13 Şubat 2014 Perşembe

Ji Bo Bîranîna Şehid Şéx Seid Efendi...



Mîrê Min 

Mîrê min, mîrê min mîrê min...
Heyla dayê çavê xwe digerînim nagerênim kanê Şêxê min
Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim ji dilê min û tera bi mije lê bi dûmane,
Lê belkî agirê kulê têkeve mala Misto Kemale
Çawa rakirin fermana serî Kurda
Birîna serê Şêxan û melane hela binêr meclîsa Enqerê de dayê lê lê hev
civyane
Ji bo xeniqandina Şêx Seîd efendî bavê Şêx Elî Riza temamê mebusa wê qirar dane
Hela rabe binêr li tivingê destê teresê cendirmane, lawo mêzebike li sîtemê milê wê polîsane
Ez çûme Diyarbekira rengîn min bala xwe dayê temamê sofî, mirîda lo lo hev civyane
Xorta pişta xwe dane dîwara, dibarînin hêsirê belek çavane
Mi gotî keko ez nizanim çi bû, çi qewimî, çi cirîya?
Ji mi ra digotin mala te xirabe tu nizanê dunzde heb milletwekîlîyê Tirkan, li Bitlîsê lo lo hev civyane
Rakirine fermana serî Kurda dayê birîna serê Şêxane.
Şêx Seîd efendî anîne Diyarbekirê li ber bendane,
Bend avêtin qirika Şêx Seîd efendî ewê gavê teze min zanîbû xwelî li nava çavê me hemyane...
Mîrê min, mîrê min, mîrê min, mîrê min...
Le dayê wezê çave xwe digerînim nagerînim nizanim kanê Şêxê min?

Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim lo lo ha bi ceye
Agirê kulê têkeve mala Misto Kemal çawa rakirê fermana serê Şêx û Mellê me ye
Hele rabe Eskerê Misto Kemal derketê ji çiyayê Bîngolê tê ji pale tokan da dayê firqe bi firqeye.
Kesekê tune cewabê bide Celalîya li peyê Silêmanê Ehmed dayê bavê Ferzende ye
Jêra bibêje mala te xirabe Şêx Saît efendî birin Dîyarbekir li ber benda
Bend avêtin qirika Şêx Saît efendî
Şer’a dînê Nebî Mihemed Peygamber evê tiştê qebûl nakin, di nava me de pir gune ye...
Mîrê min, mîrê min, mîrê min....
Heyla dayê çavê xwe digerînim, kanê Şêxê min...

1 Şubat 2014 Cumartesi

Şahé Dengbéjan Şakıro - Strana Emroo


Emroo emro sibeye qîz û bûkê gundê me meşîyane w’avê
Delal, bejn zirava, çepil dirêja, porkeja, nav qendîla xwe da ne pêşîyê
Gemar û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê,
Qemer a min a bi nîşan dixemilî ser xatirê dilê rezîl xwe da bu navê
Geli gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
Min sond xwerî tu cara li ser kawa xwe va kubar ra
Li tu qîz û bûkê xelkê ra nakim merhabatîyê tu silavê
Gidîno kubara min a nazik û nazelîn,
Fenanî başordegê ji golixê muradê,
Etegê Sînê bi Sînegê
Pelê xwe di weşine ji berfê ji qiraxê, ji xwe navê, 
Eman de ecemê lê hê hê hê…
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî
Emro, emro sibeye vê sibengê diçû me Heleba şewitî
Cîyê gewran û rindan, dîkê şevê nivê di şevê min xulxuland
Delal, welatê xerib bû, durzîyê du delal bûn
Ezê nexwesî bê halî nexweşê nava cîh bûm,
Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm
Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû,
Guhê min li guhdarîyê bû, min serê xwe ji xewa sêrîn bilindkir,
Min dit cote pîrê melumê kezeb li ber serê min sekinî bûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqes hildabû difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim, min dit kubara min xwe dabû ber pencerê
Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikira beleg çava
Vê Dîlberê xwezîya min zanibya
Gavê din ve te ji kêra dineqişand, xwe dixemiland,
Eman de ecemê lê hê hê hê…
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê nizanim tu çawa yî

Dengbej Huseyné Farî - Were Têlî Têlî...

 


Were Têlî, Têlî, Têlî…
Hey lê lê zalimê lê
Ez serê sibê radibim 
ji xewa şêrîn 
bang dikim dibêjim Têlî
Di nava rojê de dibêjim Têlî
Berêvar dibêjim Têlî
Bi saetê, deqê û 
saniyê dibêjim Têlî…
Ji axir û kedera dilê xwe re bang 
dikim dibêjim Têlî...
Lê lê Têliyê malxirabê,
Wele tu hur î, boz î beyaz î
Xalisê muxlîs î, beyt-ul êmin î, 
tu kihêlî
Nod û neh nav û îmze li ber 
navê te lêketine
Li ber dilê min dîsa tu pir şêrînî
Malxirabê wele tu kihêlî
Tu vê sibê li qarşî çavê min 
sekinî
Ez nizanim tu qîz î, tu bûk î, 
tu jinebî yî
Ser dev û lêvên te yên bi xêlî
Îsal sala 7 û 8’an e dilê min li te ye
Tu çima ser çavê xwe 
ji min vedişêrî
Lê lê malxirabê
7 heb birayên te hene, 
7 heb xwîşkên min hene
Ji bo xatirê çavên te 
ez ê ji te bikim berdêlî...