1 Şubat 2014 Cumartesi

Şahé Dengbéjan Şakıro - Strana Emroo


Emroo emro sibeye qîz û bûkê gundê me meşîyane w’avê
Delal, bejn zirava, çepil dirêja, porkeja, nav qendîla xwe da ne pêşîyê
Gemar û miskînya, dêkotîya xwe dane dawîyê,
Qemer a min a bi nîşan dixemilî ser xatirê dilê rezîl xwe da bu navê
Geli gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
Min sond xwerî tu cara li ser kawa xwe va kubar ra
Li tu qîz û bûkê xelkê ra nakim merhabatîyê tu silavê
Gidîno kubara min a nazik û nazelîn,
Fenanî başordegê ji golixê muradê,
Etegê Sînê bi Sînegê
Pelê xwe di weşine ji berfê ji qiraxê, ji xwe navê, 
Eman de ecemê lê hê hê hê…
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be, ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê ez nizanim tu çawa yî
Emro, emro sibeye vê sibengê diçû me Heleba şewitî
Cîyê gewran û rindan, dîkê şevê nivê di şevê min xulxuland
Delal, welatê xerib bû, durzîyê du delal bûn
Ezê nexwesî bê halî nexweşê nava cîh bûm,
Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm
Serê min li ser balgî û balîfê, çavê min li xewê bû,
Guhê min li guhdarîyê bû, min serê xwe ji xewa sêrîn bilindkir,
Min dit cote pîrê melumê kezeb li ber serê min sekinî bûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqes hildabû difesiland
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim, min dit kubara min xwe dabû ber pencerê
Bi qiram û dîrhema kilê sibhanê dikira beleg çava
Vê Dîlberê xwezîya min zanibya
Gavê din ve te ji kêra dineqişand, xwe dixemiland,
Eman de ecemê lê hê hê hê…
Dîlberê ji bo xatirê navê Xwedê be ez ji bona te mirî me,
Ax zalimê nizanim tu çawa yî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder