1 Şubat 2014 Cumartesi

Dengbej Huseyné Farî - Were Têlî Têlî...

 


Were Têlî, Têlî, Têlî…
Hey lê lê zalimê lê
Ez serê sibê radibim 
ji xewa şêrîn 
bang dikim dibêjim Têlî
Di nava rojê de dibêjim Têlî
Berêvar dibêjim Têlî
Bi saetê, deqê û 
saniyê dibêjim Têlî…
Ji axir û kedera dilê xwe re bang 
dikim dibêjim Têlî...
Lê lê Têliyê malxirabê,
Wele tu hur î, boz î beyaz î
Xalisê muxlîs î, beyt-ul êmin î, 
tu kihêlî
Nod û neh nav û îmze li ber 
navê te lêketine
Li ber dilê min dîsa tu pir şêrînî
Malxirabê wele tu kihêlî
Tu vê sibê li qarşî çavê min 
sekinî
Ez nizanim tu qîz î, tu bûk î, 
tu jinebî yî
Ser dev û lêvên te yên bi xêlî
Îsal sala 7 û 8’an e dilê min li te ye
Tu çima ser çavê xwe 
ji min vedişêrî
Lê lê malxirabê
7 heb birayên te hene, 
7 heb xwîşkên min hene
Ji bo xatirê çavên te 
ez ê ji te bikim berdêlî... 

15 yorum:

  1. Hepsinin devamini yazarmisinz

    YanıtlaSil
  2. Ya bunun hepsini bilen yokmu. Yada nerden bulariz.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. YouTube dan bulabilirsin yorum olarak yazılmış

      Sil
  3. Mükemmel bir kürtçe aşk destanı

    YanıtlaSil
  4. Ez nizanim tu qîzî Nizanim tu bûkî Û ez nizanim tu jinebî yî Ser dev û levên te yê bi xêlîîî Îsal sala hefta û heyşta ye Dilê min ketiyê te Çima tu yê xwe ji min vedişerî? Lê lê malxirabêêêêê Heft heb birayê te hene Heft heb xwengê min hene Ji bona xatirê çavê te Ezê ji te re têkim berdêlî Têlî Têlî De lê lê zalimê lê lêêê lêê Têliyê malxirabê Min go: Bihar e bihar a rengîn e Zalima qîza Zalima Bihare bihara rengîn e Li ser riya me zozan e Di binîyê me da Bîngol e Serhed e Şerefedîn e Birek malbavanê Têliya min bar kirine Li zozanê me ye jorîn danîne Hespê min rehwan e Şopa malê we digerîn e Na na wele Minê vê sibê xwe berda zozanê me yê jorîn e Min bala xwe daye sê kon vegeirtine Min ajotî pêşiya konê pêşîn e Minê bala xwe dayê, di bin da sê zerî ne Çawê wan ê reş in, birûyê wan ê leglegî ne Dev û levên wan zerik in mîna pelê cixarê sipî ne Bi ku û kolas û temezî ne Minê bala xwe dayê taxima sing berê wan karxezala Serê memikên wan sor in Koka memîkên wan sipî ne Mîna sêvê Meletyê Hinarê Dêrîkê deqdeqî ne..
    #HûseynêFarê #Têlî

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bunun türkçe sözlezlerini yazabilirmisiniz

      Sil
  5. Bunu türkçe ye cevrilmişi var.ben arkadaslararima dinletince yanliş ceviriyorum kurtcem iyi değil😐

    YanıtlaSil
  6. Türkçesini yazacak olan yok mu?

    YanıtlaSil

  7. " Neh nav û ne îmze
    Li ber navê te ne ketine
    Li ba dilê min
    Dîsa tu yê pir şirîn î
    Malxerabê wele tu kihêl î
    Tu yê vê sibê
    Li qarişî çavê min sekini yî
    Ez nizanim qîz î
    We nizanim tu bûk î
    Ez nizanim tu jinebî yî
    Ser dev û lêvê te yê bixêlî
    Îsal sala hefta û heşta ye
    Dilê min kete te
    Çima tu yê xwe ji min vedişêrî
    Lê lê malxerabê
    Heft hev birayê te hene
    Heft hev xwingê min hene
    Ji bona xatirê çavê te
    Wez ê Ji te re têkim berdêlî
    Were Têlî were Têlî were Têlî

    De lê lê zalimê lê lê lê
    Têliyê malxerabê
    Min go buhar e buhara rengîn e
    Zalima qîza zalima
    Buhar e buhara rengîn e
    Li seriya me zozan e
    Li biniya me de
    Bingol e Serhed e Şerefdîn e
    Brek malê bava Têliya min bar kirine
    Li zozanê me yê jorîn danîne
    Hespê binê min rewan e
    Şopê malê we digerîne
    Na na wele min ê vê sibê
    Xwe berda zozanê me yê jorîn e
    Min bala xwe dayê
    Sê kon vegirtî ne
    Min ê ajotî pêşiya konê pêşî ne
    Min bala xwe dayê
    Di bin de sê zerî ne
    Çavê wan reş e
    Brûyê wan ê leglegî ne
    Dev û lêvê wan tenik e
    Mîna pelê kaxizê cixarê spî ne
    Bikum û kolos û temezî ne
    Min ê bala xwe bida
    Taximê sing û berê van karîxezalan
    Serê memikê wan sor e
    Qoratê memikê wan spî ne
    Mîna sêvê Meletiyê
    Hinarê Dêrikê deqdeqî ne
    Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne
    Li ser mastê zêrîn û zîvîn e
    Zincîrê dorê xalis î muxlis î
    yadê zêrê zer î Reşadî ne
    Lo lo rebiyo qurbano
    Wez ê aşiq û sewdaliyê
    Bejn û bala a ortê me
    Zalima qîza zalima
    Navê wê Têlî ye
    Her duyên dina jê re
    Bûne kole xizmetçî ne
    Yek jê re qawê dikelîne
    A dinê destmal girtiye
    Hêdî hêdî yawaş yawaş
    Bi ser te "

    YanıtlaSil
  8. Aşk dedikleri şey bu olsa gerek

    YanıtlaSil
  9. Kurtceden turkceye donmuyor cünku surekli mecazlar yukluyor cevirince sacma anlam cıkıyor bu kurtceye haz bi guzellik gunlerdir dinliyorm mukemmel otesi

    YanıtlaSil
  10. Kurtceden turkceye donmuyor cünku surekli mecazlar yukluyor cevirince sacma anlam cıkıyor bu kurtceye haz bi guzellik gunlerdir dinliyorm mukemmel otesi

    YanıtlaSil
  11. Kurtceden turkceye donmuyor cünku surekli mecazlar yukluyor cevirince sacma anlam cıkıyor bu kurtceye haz bi guzellik gunlerdir dinliyorm mukemmel otesi

    YanıtlaSil